Dîtina din   ديتنا دن

Saturday
May 19th
Serekî
Çemçemal: Jineka 41 salî li ber çavê xelkê benzîn bi xwe de kir û agir li xwe berda PDF Ji bo çapkirinê E-mail
THURSDAY, 04 JUNE 2009 10:40

Dîsan Şewat...Duhî êvarê li nahiyeya Qerehencîrê ya girêdayî Çemçemalê jineka 41 salî li ber çavê xelkê nahiyeyê 5 lître benzîn bi xwe de kir û agir li xwe berda.

Di vê mijarê de rêvebirê polîsê nahiyeya Qerehencîrê Osman Ebdulla ji malpera me re got: “Piştî ku binkeya poîs ji bûyerê hate agahdarkirin, em gihêştin cihê bûyerê, me dît agir ji laşê jinekê bilind dibe. Piştî tefandina agir, jinik ji binkeya tenduristiyê ya nahiyeyê re hate şandin û me dest bi lêkolînê kir.”

Li gor ku jinik ragihandiye, akinciya nahiyeya Tekiyeyê ye û xwediya 5 zarokan e û gotiye, di navbera wê û zilamê wê de pirsgirêkek qewimiye û ji malê reviyaye, li qezaya Çemçemalê 5 lître benzîn kiriye û duhî di seat 20 de li Qerehencîrê li ber çavê xelkê benzîn bi xwe de kiriye û agir li xwe berdaye.

Rêvebirê polîsê Qerehencîrê her wiha anî ziman li gor rapora bijîşkan, ji%100-ê laşê wê şewitiye û ji ber ku rêjeya şewatê zêde ye ji nexweşxaneya Silêmaniyê re hatiye şandin.

Qezaya Çemçemalê ser bi parêzgeha Silêmaniyê ye.

 
Nûçe
 
Di vê mehê de dê dîzayna hêla trênê ya Silêmanî-Kerkûkê biqede

Di vê mehê de dê dîzayna hêla trênê ya Silêmanî-Kerkûkê biqede

Biryar e di vê mehê de dîzayna hêla trênê ya Silêmanî-Kerkûkê biqede ku ji bo vê projeyê 3 ...

Serokatiya Herêmê:

Serokatiya Herêmê:"Aloziyên têkiliyên navbeyna Iraq û Kuweytê di berjewendiya Iraqê de nîne"

Derbarê kampanyayên rojnamevaniyê ên di  navbera hikûmeta Iraq û dewleta Kuweytê de, berde...

Çemçemal: Jineka 41 salî li ber çavê xelkê benzîn bi xwe de kir û agir li xwe berda

Çemçemal: Jineka 41 salî li ber çavê xelkê benzîn bi xwe de kir û agir li xwe berda

Dîsan Şewat... Duhî êvarê li nahiyeya Qerehencîrê ya girêdayî Çemçemalê jineka 41 salî li b...

BO ZIMANÊ KURDÎ C.D-YÊN BÊ PERE

BO ZIMANÊ KURDÎ C.D-YÊN BÊ PERE


Ev CD-ROM ji bo zarokên Kurd û yên ku bi giştî hîn zimanê xwe nizanin bixwînin û binivîsîn...

Serok Talebanî û Odierno qala pêşveçûnên dawîn ên Iraqê kirin

Serok Talebanî û Odierno qala pêşveçûnên dawîn ên Iraqê kirin


Duhî serkomarê Iraqê Celal Talebanî li Bexdayê hevdîtinek digel fermanderê hêzên pirnetewe...

Dostê gelê Kurd Prof.Dr.Venek `ilhan wefat kir

Dostê gelê Kurd Prof.Dr.Venek `ilhan wefat kir

Prof.Dr.Venek Šilhan, navdartirin aborînasê Komara Çekê, ku wek mêrxasê gelê Çekê dihate n...

Vê gavê 1 mêvan di malperê de ne