| Dostê gelê Kurd Prof.Dr.Venek `ilhan wefat kir |
|
|
|
| THURSDAY, 04 JUNE 2009 10:47 |
|
Prof.Dr.Venek Šilhan, navdartirin aborînasê Komara Çekê, ku wek mêrxasê gelê Çekê dihate nasîn, di 82 saliye xwe de çû rehmetê. Prof.V.Silhan di sala 1927 de hat dinyê. Bavê wî şervanê Komara Çekê bû. Bo sazkirina komara Çekê salan çek li dest de, şer kiribû. Di sala 1938 de ku Çekoslovakya ji aliyê Hitler ve hat işgal kirin û almanî bu zimanê resmî, bavê V. Silhan zarukên xwe ji dibistanê kişand, nehişt ku îdî herin xwendina bi zimanê almanî. Ji ber ku neçû dibistana almanî wî rejîma Hitler şand wek zarok fabrîka hesin. Ta dawiyê şerê di vê fabrîka hesin de wek karker kar kir. Piştî şerê cîhanê yê duhemîn V.Şilhan be ku dibistan xelas kiribe dest bi zanîngehê, şaxa aboriye kir. Di eynî salê de bû endamê Pariya Komunîsta Çekoslovakya ye (1945). Sala 1950 de zanîngeh xelas kir û çû Leningradê – Yekiyiya Sowyetan- bo ixtisasê û bû doktorê aboriyê û dest bi xebata xwe yê zanistî di warê aboriyê de kir û demekî kurt de bu Profesorê Aboriyê di baştirîn zanîngeha aboriyê di Ewropa navîn de. Di vê navê de tu car dest ji xebata xwe ya siyasî bernedabû û bûbû endamê licna navendiya partiya komunista Çekoslovakya yê. Di sala 1967 de pewîstiyên reformên aborî di nav rejîma komunîst de weşand û bal kişand ku be van reformên bingehîn komunîzm nikare xwe bidomine. Silhan bê dengê reformîstan di welatên komunist de. Daxwazên wî ya reform di sîstema komunîzm de xwe wek biharê Prag di sala 1968 de da pêş. Yekîtiya Sowyetan û welatên komunîst en Ewropî biryar stendin ku biharê Prag bi leşger û çekan bidin sekinandinê. Sedhazaran leşgerên welatên Komunîst yên Ewropî ketin Çekoslovakya û dest bi girtin û zindankirina reformîst û azadîxwazan kirin, nav girtiyan da teveke licna navendiya Partiya Komunistsa Çekolovakya ji hebû, derva ye V.Silhan! V.Silhan di bin işgalê de cardin Partiya Komunista Çekoslovakya yê dizî civand. Di vê civinê de wek sekreterê gişti yê partiya Komuniste Çekoslovakya hat hilbijartin. Wek sekreterê gişti yê partiya gelê Çekoslovakya li hember leşkerên işgalê rakir ser piyan û dest bi tekoşina azadiyê kir. Piştî demekê hat girtin û Bihare Prag bi loza leşger, top û tanqan çû dawî. Prof. Silhan di sala 1991 de fabrîka bijuteriye û kiristale ji dewletê stend û bû serokê wî. Teveken parên şirketê di nav xebatkaren de fabrîka de bela kir û wan kir şirrikên fabrîka. Hê jî di komara Çek de fabrîkaye û şirketa ku herî serketî ye ew fabrika ye ku navê wî Precioza ye û çendin welatê dinê de şaxên wî hene. Bi ve mînakê Prof. Silhan xwest bide zanîn ku aboriya sosyalîst a reform kirî mimkin e û baştirîn rê ye bo serketin di warê aboriyê ki di xizmeta mirovayeti de. Prof. V. Silhan di sala 1990 – piştî şoreşa qedîfe – bu rektorê zanîngeha Aboriya Komara Çekoslovakya. Wek aborînas dijî aboriya kapîtalizmê û xeletiyên gaven ber bi kapîtalizmê derket. Ew ta dawî jî sîstema aboriya sosialist diparest û pê bawer bû. V. Silhan nehiştin ku carki din vegere li ser xebata xwe di warê aboriyê de. Di sala 1977 de bu yek ji serokên muxalefeta hember rejîma sowyetist. Ta sala 1989 – 21 sal- wek karker kar kir . Mayina wî ya di bajerê Prag de qedexe bû, çû di nav zinarê ki de bi desten xwe şikeftekî çêkir û di nav wê şikeftê ye de dima. Di nav wê şikeftê ye de wî di sala 1988 de Şehid Dr. A. Kasmlo ziyaret kiribû. Prof. Silhan ji Dr. Kasîmlo jî dizanibû ku wê dawiya rejima sowyetist tê, bi hev ra si ser guhartinên di nav rejîma komunîst de şewiribûn û Silhan jê ra soz dabû ku piştî guhartinan, wê alikariya Dr. Kasimlo di şerê wî yê azadiya Gelê Kurd de bikin. Dawiya sala 1989 dawiya rejima komunîst li komara Çekoslovakyayê de bû le çi heyf ku Dr. Kasîmlo serketina heval-hogir û mamosteyê xwe nedit, ew şehid bûbû… Prof. V. Silhan Kurd ji şehid Dr. A. Kasimlo di salên 50 ya de sedsala bihûri nas kiribû. Destpekê de Dr. Kasimlo şagirtê wî bû lê dawî bibû dost, heval û hogirê wî. Prof.V.Silhan, dostê gelê Kurd ê qedîm çû rehmetê. Ew dilxwazê Kurdistanê û dostê gelê kurd bû. Ew dê herdem di dilê gelê Kurd de |
Biryar e di vê mehê de dîzayna hêla trênê ya Silêmanî-Kerkûkê biqede ku ji bo vê projeyê 3 ...
Derbarê kampanyayên rojnamevaniyê ên di navbera hikûmeta Iraq û dewleta Kuweytê de, berde...
Dîsan Şewat... Duhî êvarê li nahiyeya Qerehencîrê ya girêdayî Çemçemalê jineka 41 salî li b...
Ev CD-ROM ji bo zarokên Kurd û yên ku bi giştî hîn zimanê xwe nizanin bixwînin û binivîsîn...
Duhî serkomarê Iraqê Celal Talebanî li Bexdayê hevdîtinek digel fermanderê hêzên pirnetewe...
Prof.Dr.Venek Šilhan, navdartirin aborînasê Komara Çekê, ku wek mêrxasê gelê Çekê dihate n...